Berpirsyarekê din yê PKK ê, îro li Bakurê Kurdistanê xwe radestî dewleta Tirkiyê kir û ji bo zîndanê hat veguhastin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li bakorê kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 19/4/2020an, berpirsyarê PKK ê yê bi navê Ebdulrehman Kayhan û bi kod navê “Andok”, li sînorê parêzgeha Mêrdînê, xwe radestî hêzên arteşa Tirkiyê kir.
Andok berîya 5 salan tevlî PKK ê bûye, li rojên rabûrî ji çîyayê berê xwe dabû Rojava Kurdistanê û piştre xwe derbazî Bakurê welat kir û li sînorê Mêrdînê xwe radest kir.
Li vê derbarê de, medyaya Tirkiyê dest nîşan kir ku ji destpêka sala 2020an, 71 gerîlayên PKK ê xwe radest kirine.