Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, îro serê sibê sînorê navçeya “Zînî Wertê” bordoman kir, lê belê hêjan nezlale heger zirarek hatbe tesbît kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja duşemî 20/4/2020an balefirên cengê yên Tirkiyê li saet 4:30 serê sibehê, hereketên PKK li navçeyeke girêdayî “Zînî Wertê” bordoman kirin.
Herweha dest nîşan kirin, ev êrîş li navçeyeke çiyayî çêbûye.
Ev êrîş ya duyemîne li dema 7 rojê, rabûrî li wê navçeyê tê kirin, paş ku balefiran li 15 vê mehê baregehên PKK ê li “Zînî Wertê” hedef kirin ku têde fermandarê PKK ê Zinar Sîson ber wê êrîşê ketbû.