Serokê Başûrê Kurdistanê, îro li derbara rojeva başûr, Vayrosa Korona yê û kirîza “Zînî Wertê” daxuyanî da û dest nîşan kir ku pêwîste PKK xwe ji dirust kirina giriftan ji bo Başûrê Kurdistanê dûr bêxe.
Nêçîrvan barzanî, îro roja duşemî 20/4/2020ê, paş civîna desteya serokatîya başûrê kurdistanê, di konferensekê medyayî da hinek babetên ku di rojeva başûr da ne zelal kirin û got: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kareke herî baş di pirsa berhingarbûna vayrosa Korona yê da kirîye û dinya ji bo vî karî şahide”.
Li derbara aloz bûna rewşê li navbera Partîya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê û kirîza Wertê eşkere kir ku ev hêza ji bo Wertî hatîye şandin hêzeke taybetî a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve û çi peywendîya wê bi PDK ê û YNK ê ve nîne, hêz ji bo erkeka dest nîşan krî û demek dest nîşan krî hatîye şandin”.
Piştrast bin kêşeyên li gel YNK ê wê çareser bibin
Herweha got: “kêşe ew qas mezin nîne ku çareser nee, berev çareseriyê diçîn, hemû hêzên siyasî bi taybet di vî demî da ku kirîza Koronayê û kirîza darayî li Kurdistanê û Îraqê heye, pêwîste yekrêziyê biparêzîn, emê li gel Polîtbîro ya YNK ê bicivîn, YNK hevbeşa serekî ya PDK ê ye di ava kirina hikûmetê da”.
Berdewam kir ku PDK û YNK wê civînekê saz bikin û got: “em we piştrast dikîn ku kêşe dê werin çareser kirin”.
Hebûna PKK ê li Başûrê Kurdistanê neşer’î ye
Li derbara partîya karkerên Kurdistanê, Serokê Başûrê Kurdistanê dibêje: “pêdivîye PKK ku hêzeka dervey Başûrê Kurdistanê ye, xwe ji dirust kirina kêşeyan ji bo Başûr dûr bike, ji ber ku Başûrê Kurdistanê ne cihê kar û çalakiyên PKK ê ye”.
Serokê Başûrê Kurdistanê di beşeke din a gotinên xwe da behsa kempa Mexmûrê kir û got: “kempa Mexmûrê li jêr desthilata me nîne, heger jî ev kemp ya sivîlane, nabe were serbazî kirin û pêdivîye hikûmeta federal çareyekê ji bo peyda biket”.
Nêçîrvan barzanî, herweha dest nîşan kir ku ew hebûna PKK ê li Başûrê Kurdistanê, bi neşer’î dizanin.
Di mijareke din de Nêçîrvan Barzanî behsa alîkariyên pizîşkî yên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava Kurdistanê kirin û got: “ev alîkarî mirovatî ne û çi peywendîyeke wê bi poletîkayê ve nîne”.
Partîya Karkerên Kurdistanê di kirîza “Zînî Wertê” da wek her kirîzeke din a li Başûrê Kurdistanê çêbûy, ji bo xwe bi derfet zanî û dest avêt dirust kirina giriftan û aloz kirina rewşê, wek hewlên dijwar yên medyayî li dijî PDK ê ku bi alîkariya Îranê nûçeyên li dijî PDK ê di weşandin, paş aram bûna rewşê, Duran Kalkan endamê konseye birêveber ya PKK ê got ku PKK rê nade PDK hêzan bişîne Wertê û PKK wê şer bike.