Rastiya meşa xelkê binarê Qendîlê ji bo Zînî Wertê û direwên PKK ê
Piştî aloz bûna rewşa qada Zînî Wertê bi sedema bombebarana dewleta dagîrkar a tirkiyê û gefên serkirdên Partiya Karkerên Kurdistanê bi taybetî piştî daxûyaniya Duran Kalkan ku bi yek ji serkirdeyên gropa Enqerê tê naskirin, ji bo destpêkirina şerê birakujî li vê qadê xelkê meşek ji bo Zînî Wertê destpêkir, lê weke hercar medyaya PKK ê ev xeber di berjewendiya xwe de belavkir û ragihand “meş ji bo dijatî kirina hebûna pêşmergeyan ji aliyê xelkê Wertê hatye lidarxistin” PKK ê bi manşêtên mezn di ropelên xwe yên ragihandinê de nivîsand ” gel ji pêşmergeyan re dibêjn em we li vir naxwazîn” lê belê 24 saet derbaz nebûn û rastiya vê direwê jî hat îsbat kirin.
Raste hinek kesan li Wertê meşek encam daye lê belê ev meş bi t awa ji bo dijatî kirina hebûna pêşmergeyan nebûye weke di ragihandina PKK ê de dihêt bas kirin, ya rast kesên meş encam day jî hemû ne xelkê Wertê bûn belku hejmarek ji xelkê navçeya Raperîn û gundên derdûra wê bûn di gel 7 heya 8 kesên xelkê Wertê û bi t awa van kesan daxwaza nemana pêşmergeyan nekir belku daxwaz kir navçe nebe ciyê şer û pêkdadanên serbazî, wan daxwaz ji PKK ê û pêşmergeyan herdu yan kir navçeyê bicî bihêlin.
Muslih Zirar, navcedarê Wertê ji bo pêgeha “Darka Mazî” daxuyanî da û ragihand “kesên meş pêk anî hemû ne xelkê Wertê ne belku ev kesane li navçeya Raperîn û gundên derdûra wê hatîne û bi tenê hejmarek hindik ku dinavbera 7 heya 8 kesan bi tenê xelkê Wertê digel de bûne û bi t awa ev kese ne çûne ser pêşmergeyan weke di medyayên PKK ê de tê bas kirin”.
Meşên bi vî awa dibe li her ciyekê dinê tiştek normal be lê ya vê meşê ne normal û xeter dike eve ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKK weke her car dest bi belav kirina propaganda û direwan kir li ser vê mijarê û ev meşe weke meşek ji bo dijatî kirina Partiya Demokrat a Kurdistanî da nîşandan û meş bi mulkê xwe zanî.
Piştî ku xelkê meşek dest pî krî her zû PKK ê weke her car hinek wêneyên Ocalan ê rêberê PKK ê ku niha di zindana îmraliyê deye dane dest zaroyên biçûk taku hinek wêneyan bigirin û di medyayên xwe û sosyal medyayên xwe de weha bi gel bidin zanîn ku gel li dijî hebûna PDK ê û digel hebûna PKK ê dene, lê belê ev propaganda wan evca çi b zanîn be yan jî bi ne zanîn be, her ji aliyê wan bi xwe ve hat direwandin.
Ajansa ANHA ya PKK ê di xeberekê de ku wêneyekê meşê têde danî bû ragihand ku xelkê binara qendîlî li dijî hebûna pêşmergehan meşek li dar xist lê belê paşan vîdyo yek montaj kirî jî belav kir ku têde bi zelalî diyar dibe kesatî û rî sipî yên binarê Qendîlê daxwaz dikin baregehên PKK ê bi xwe li wê qadê nemînin.
Di parçe Vîdyoya hatî belav kirin de diyare ku xelk dixwaze digel pêşmergeyan bicive û fermandareke pêşmergeyan ji xelkê re dibêje fermon kesek yan du yan jî hûn çend kes dixwazin werin û emê bi hevre li ser her tiştî bipeyvin, piştî fermandarê berpirs ji pêşmergeyan tê û digel rî sipî û maqûlên navçeyê di cive bi henekan dest bi nîqaşê dikin.
Pîre kalek ku nayê zanîn muxtare yan jî kesek dine weke nûnerê xelkê bi fermandarê pêşmergeyan re dibêje: me rabirdûyek nexweş ji şerê birakujî heye, me ewqas tiblên hev şikandîne ku bi rastî em weke hem welatiyên navçeyê hest bi berpirsyariyê dikîn, û daxwazî ji we dikîn hûn her du alî “pêşmerge û gerîla” lihevhatinekê li ser bikin û vê navçeyê bi cî bihêlin û me dil giran nekin û hûn bi xwe jî birayên hevin tiblên hev neşkênin, ev daxwaza meye, “berisva fermandarê pêşmergeyan hatye qut kirin”, em weke hem welatî hatîne cem we û daxwaz dikîn her du alî navçeyê nekin navçeyek serbazî, li vê navçeyê ne petrol heye, ne Xaz heye ne jî cîyekî sînorî ye, ne jî ti xetereyek li ser navçeyê heye, ez li vir ji dayik bûme, her roj wesaîtên barhelgir li vê navçeyê bê pirsgirêk derbaz dibin, çi xetereyek li vê navçeyê heye ku hûn du alî bihên vê navçeyê û pirsgirêka hem jibo xwe hem ji bo me dirust bikin, em weke hem welatî hatye û dixwazîn hikûmeta herêmê daxwaza me qebûl bke û navçeyê bicî bihêlin, niha emê biçin vê daxwazê ji PKK ê jî bikîn, emê bi PKK ê re jî bibêjîn ev navçe navçeya xwedî kirina terş û tewale, navçeya seyranên xelkê ye, navçeya kengir û giyayên biharî ye.