Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dema qedexeya derketina derve ya ji ber koronayê heya 1ê Gulanê anku bo dema 10 rojên din dirêj kir.
Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber xetera belavbûna vîrusa Korona wan 10 rojên din qedexe dirêj kirin. Qedexa derketinê, sibe roja Çarşemê 22 Nîsanê, dest pê dike û heta 1ê Gulanê dirêj dike.
Biryarên derbarê qedexe yê de wiha ne:
1-Tevahiya dermanxaneyên (mirovî, çandinî, beytarî) , dikanên firotina sebze û fêkiyan, dikanên firotina goşt û şêranî, tevahiya besta û firoşkarên gerok dikarin di dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
2-Dikanên madeyên xwarinê di dema qedexeya derketina derve dikarin bên vekirin.
3-Dikanên serfkirina pere û hewale di rojên înî û şemiyê de tên vekirin.
4-Warên avahîsazî, werşeyên firotina madeyên avakirinê û tevahiya dikanên herêmên pîşeyî dikarin di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de kar bikin.
5- Tevgera birayên cotkaran û karkeran tê hêsan kirin bi şerta ku hejmara karkeran di erebeyekê de 10 kesan derbas neke.
6-Erebeyên veguhestina madeyên xwarin, paqijî, derman, şîrê zarokan, pêdiviyên tenduristiyê û dezenfektekirin û sotemenî dikarin di navbera rêveberiyan de û di her rêveberiyekê de tev bigerin.
7-Xwediyên kar ên tevahiya waran dikarin bixebitin, lê bi şerta ku rêbazên xweparastina kesayetî bikar bînin, mask û lepikan xwe bikin, her wiha ji kombûna dûr bikevin.
8-Ev biryar ji her kesê ku pêk tîne tê agahdarkirin.