JI 15 VÊ MEHÊ PKK Ê 112 GERÎLA JI DEST DANE

JI 15 VÊ MEHÊ PKK Ê 112 GERÎLA JI DEST DANE

Partîya Karkerên Kurdistanê di dema heftîya rabûrî de, anku ji 15 vê mehê ve, 112 gerîlayên xwe ji dest dane.

Îro roja çarşemî 22/4/2020an, hat ragihandin ku di êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê de, li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li Bakur û Başûrê welat, 112 gerîlayên PKK ê û hejmareke Fermandarên wan hatine hedef kirin.

Medyaya Tirkiyê, li vê derbarê de belav kirîye ku bi sedan şikeft û ciyên veşartî yên PKK ê hatine xerab kirin û dest bi ser çek û pêwîstiyên wan jî de hatîye girtin.

Lê belê PKK ê çi zelal kirin li derbara zirarên canî yên gerîlayên xwe di vê demê de belav ne kirine û tenê nûçeyên can ji dest dana hinek ji Fermandarên li vê hefteyê ketîne ber êrîşan weşandine.

Pustên heman beş