Komara îslamî ya Îranê, îro xortek Kurd bidarve kir û bi wê yekê hejmara kurdên ku di vê hefteyê de hatine bidarvekirin, gihiştin 4 kesan.
Rêxistna hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncişemî 23/4/2020ê, xortek kurd bi navê “Sîna Mihemedî” ku temen 26 sale, li zindana navendî ya parêzgeha Sine hat bidarvekirin.
Rêxistna hengaw dest nîşan kir ku ev dibe çaremîn xort di vê hefteyê de ji aliyê desthilata Îranê ve li zîndanên Kirmaşan, Sine û Seqizê tên bidarvekirin.
Komara îslamîya Îranê, ji wan wilatane ku di bicî kirina cezayê bidarvekirinê de li pêşyê tê û Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, di îsal de bidarvekirin li Îranê ber bi zêdebûnê çûye.