ÎRAN BI RÊYA PJAK Ê Û YNK Ê BIZAVA VEGERANDINA NASIR REZAZÎ DIKE

ÎRAN BI RÊYA PJAK Ê Û YNK Ê BIZAVA VEGERANDINA NASIR REZAZÎ DIKE

SIYAMEND MU’ÎNÎ SEROKÊ PJAK Ê Û CELAL CELALÎZADE JI BO VÊ MEBESTÊ LI GEL REZAZÎ CIVÎYAN E Û TÊ GOTIN KU WALIYÊ SINE HÊSANKARÎYÊ JI BO DIKE

KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ DIXWAZE TEŞHÎRÊ BI NAVDARÊN KURD BIKE

Celal Celalîzade, eşkere kir ku hikûmeta Tehranê bi rêya waliyê Sine, bizavên vegerandina Nasir Rezazî ji bo Rojhilata Kurdistanê dest pê kirîne, li gor pêzanînên bi dest pêgeha Darka Mazî ketine, Îran ji bilî Yekîtîya niştîmanî ya Kurdistanê, bi rêya Siyamend Mu’înî, serokê PJAK ê daxwaz ji Nasir Rezazî kirîye vegere Îranê û weke çewa li salên berê Mezherê Xaliqî vegerî ye û çi giriftek ji bo nehat çêkirin!! Lewma Rezazî jî dikare bê pirsgirêk vegere bajarê xwe.

Komara Îslamîya Îranê , di dirêjahiya stratejîya xwe ya di şerê nerim û şerê psîkolojîk li dijî hizra rizgarîxwaz û hesta neteweyî ya Kurdan, demeke kesatiyên hunerî yên Kurdistanê ji bo xwe kirine amanc û dixwaze rumeta hunermendên Kurd bişkîne, ji heybeta sirûd û awazên Kurdî kêm bike û dengên blind ên hawarên rizgarîxwazên Kurd bê biha bike.

Demeke hikûmeta Tehranê bizavên xwe yên destwerdanê di hunera Kurdî de zêde kirine û ew dixwaze dengê hunera Kurd ne şirîn bike ku li demekê bi gewriyên pirr banga azadiyê di dan û lawên Kurd ber bi xebat û sengerê bergiryê ji maf û kerameta Kurdan han didan.

CIYÊ DAXÊ EVE KU HINEK RÊXISTINÊN KURDISTANÎ YÊN DOSTÊN ÎRANÊ JI BO VÊ AMANCÊ ALÎKARIYA TEHRANÊ DIKIN

Komara îslamîya Îranê li dirêjahiya stratejîya xwe ji bo amanc girtna kesatî û hêmayên neteweyî yên Kurdistanê, evê carê nîşana xwe li kesatiyên hunera Kurdî girtiye û dixwaze bi fêl û bi alîkariya xîyanetkarên Kurd heybeta hunermendên qada neteweî ya Kurd têk bide û biherifîne, dixwaze bi vexwandina wan ji bo wilateke dagîrkar, evê kelha moralê û îradeyê jinav bibe, ew kelha ku bi salanên dûr û drêj yên xebat û berixwedanê di rêya rizgarîya neteweyî de hatîye ava kirin.

Di vê derbarê de, her çi ya ji destê komara îslamî û dagîrkarên din yên Kurdistanê tê ji bo dijatî kirina maf û keramet û çanda Kurdî û asmîlekirina wî û bo jinav birina xaka Kurdistanê, dê encam bidin, tiştek asayî ye jiberku ji dujminê xeddar û dagîrkar her ev yek tê çaverê kirin, lê belê tiştê ku cîyê daxê ye eve ku çi mirovekê Nîştîman perwer nikare bi hêsanî vê yekê berçav wergire ku hinek rêxistinên Kurdistanî yên dostên Îranê ji bo vê amancê alîkariya Tehranê dikin.

Di dawî pîlan de, wiha diyare ku Komara Îslamîya Îranê, bizavên xwe ji bo di serda birin û şikandina Nasir Rezazî, hunermendê diyar ê Kurdistanê dest pê kirîne û li gor çavkanîyan ji bo van bizavan ji bilî YNK ê ku berdewam pîlanên nerim yên Îranê bicî dike û nizîkatiyeke baş li gel Nasir de heye, hinek aliyên Kurdî jî ketine di nava bizavên mezin de ji bo ku vê pîlana Îranê bicî bikin.

PJAK Ê Û YNK Ê REZAZÎ DAXWAZ KIRE QENDÎLÊ Û LI WIR BIZAV KIRINE WÎ RAZÎ BIKIN VEGERE ÎRANÊ

Yek ji wan aliyan “PJAK” e ku weke şaxa Rojhilata Kurdistanê ya PKK ê tê nas kirin, li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî”,  Îran ji bilî YNK ê bi rêya hevpeymanên din anku PJAK ê, bizavên razî kirina hunermend Rezazî ji bo vegerîna Rojhilata Kurdistanê kirine, PJAK ê ji bo vê amancê Rezazî daxwaz kire Qendîlê û Siyamend Mu’înî Serokê PJAK ê li gel Rezazî civîyaye û ev babet li gel de nîqaş kiriye û di wexta mana Rezazî da li Qendîlê PKK ê û PJAK ê bizava razî kirina Rezazî kirine.

KIRÊGIRITÎYÊN ÎRANÊ LI ROJHILATA KURDISTANÊ PEYWENDÎ BI REZAZÎ KIRINE

Hemwext ji alîyeke din, Komara Îslamîya Îranê , bi rêya kirêgiritîyên xwe li Rojhilata Kurdistanê, peywendî bi Nasir Rezazî kirîye, Celalî Celalîzade, yek ji kirêgiritîyên rejîma Îranê  ye ku keseke bawerdare û tê gotin ku li gel giropa “Dewet û Îslah” ê jî peywendiyên baş hene, yek ji wan kesane ku ji aliyê rejîma Îranê  ve hatîye raspardin ji bo ku peywendiyê bi Rezazî bike û pirsa vegerîna wî ji bo Îranê  li gel de nîqaş bike.

Celal Celalîzade yek ji nûnerên berê yê parlamentoya komara îslamîya Îranê û ji kesên nasyar yên balê reformxwazên hikûmeta Tehranê ye, li parêzgeha Sine li pêgeha xwe ya taybet ya tora civakî a Instagram ê wêneyekê xwe li gel hunermendê bi nav û dengê Kurdistanê Nasir Rezazî parve kirîye û nivîsandîye: “ez pir ji Nasir Rezazî hez dikim, ji ber ku hunermendeke netewî û kesekî bi exlaqe û xwe ji zindana hizbatiyê dûr xistiye”.

Piştre komêntên bi mebest li ser vê postê hatine, yek ji wan komêntan Celalîzade nivîsandîye: “axayê Muradî Niya yê waliyê Sine bizavên vegerandina Nasir Rezazî ji bo Îranê dest pê kirine û xebata wî di vî warî de didome”.

Celalîzade li demekê behsa vegerandina Nasir Rezazî û hez kirina xwe ji bo vî hunermendî dike ku zor belgeyên alîkariya nav bûrî û birayê wî li gel “Xelxalî” bikujê zindaniyên Kurd li Kurdistanê û navçeyên Îranê, dîroka alîkariyên nav bûrî li gel rejîmê jibo destpêka destbikarbûna desthilata komara îslamî vedigerin, heger bi hûrî li nivîsandinên nav bûrî mêze bikîn, dê bi hêsanî eşker bît ku ew gelek bizavan dike ji bo serxistina cenga psîkolojîk ya Îranê li Kurdistanê dike.

ÎRAN BI RÊYA PJAK Ê Û YNK Ê BIZAVA VEGERANDINA NASIR REZAZÎ DIKE

ÎRAN XEBATÊ DIKE LI PARTÎYÊN WELAT PARÊZE BIXE Û WAN BI ÇAVKANIYA GIRIFTÊN KURDISTANÊ BIDE NAS KIRIN

Rejîma Îranê fam dike ku hebûna partîya neteweyî wê bibe sedema lihev kom kirina xelkê netewexwazê Kurd, ev yek jî hem wê hêza wan li beranber dujmin zêde bike û hem jî zanîn û fikra netewî li nava civakî de biser bixe, hem wext hêza wan dê li beranber pîlanên dagîrkaran pêtir be, her ji ber vê sedemê, Îran bizavê dike li partîyan bide û wan bike çavkaniya giriftên Kurdistanî yan û li pêş çavên gel wan ne şirîn bike.

Ev hewl li beşên din yên Kurdistanê jî hene û bi taybet li başûr, wlatên dagîrkar dixwazin baweriya civaka Kurdî bi partîyên wan lawaz bike û nemîne, jiber ku bi vê rêyê wê pir bi hêsanî werin bindest kirin û heza wilatparêzan wê hêsan tir were xirab kirin û ji nav birin.

îdyoma “zîndana hizbatiyê” ku Celalîzade di nivîsa xwe de bikar aniye, bingeha xwe ji wê stratejîya rejîma Tehranê digire, heger ne hizbatî di cîhana serdem û modern de bi wateya rizgarî û pêşketina civakan tê.

Celalîzade her wiha nivîsandîye: “Rezazî weke wan kesên li dervey wilat, hez ji kirêt kirin, hurmet firoşî û tometa nake”, mebesta Celalîzade eve ku bibêje, a şorişgêrên Kurd, opozisyon û dujminên komara îslamî li dervey Îranê  li ser wê rejîmê bas dikin, tenê kirêt kirin, tometên çêkirî û nerastin, bi kurtî Celalîzade dixwaze rûyê Îranê  û karên wê yên qirêj sipî bike”.

Celalîzade di dawiya nivîsa xwe de weke çanda kesên berjewend xwaz, behsa wê yekê kirîye ku malbata Nasir Rezazî li wexta hilbijartinên rabûrî piştgirî li wî anku li “Celalîzade” bi xwe kirine, ev yek ji bilî ku bangeşeyek dine Celalîzade ji bo xwe dike, wê yekê jî pêşan dide ku kesên Baykota hilbijartinan kirî çi bandoreka wan nebû, berevajî malbata Rezazî bandoreke baş û beşdarîyeke baş di hilbijartinên komara îslamîya Îranê de hebû.

PIROJEYA VEGERANDINA HUNERMENDÊN KURD BEŞEKE JI PIROJEYÊN MEZIN YÊN DEWLETA DAGÎRKAR A ÎRANÊ

Ev enalîza kurt li ser nivîsa Celalîzade wê yekê baştir zelal dike ku pirojeya vegerandina hunermendên Kurd beşeke ji pirojeyên mezin yên dewleta dagîrkar a Îranê  li dijî gelê Kurd, xebata wan ya rewa, lewma erka her Kurdekê ye berhingariya van pîlanan bike.

“MEZHERÊ XALIQΔ KETE VÊ TELHA ÎRANÊ Û BI ALÎKARIYA XIZMÊN ÎRANÊ YÊN YNK Ê SERÊ XWE TEWAND

Li sala rabûrî li bajarê Sine yê Rojhilata Kurdistanê, konferensek bi navê navdarên Kurd hatbû saz kirin û beşek ji hunermendên navdar yên Kurd ji bo konferensê hatin daxwaz kirin, her çend ku beşeka zor a hunermendan beşdar nebûn lê belê dîsa ji aliyê Gelê Rojhilat ve rastî teşhîrê bûn, mînak hunermendê nasyar ê Kurd “Celal Melekşa”, lê belê cîyê daxê bû hunermendê Kurd “Mezherê Xalqî” kete vê telha Îranê û bi alîkariya xizmên Îranê yên YNK ê, ew bi rêya deriyê Merîwanê bi awayekî pir serşorî û şermezarî vegerî rojhilata Kurdistanê û beşdarî konferensê bû.

Êqbalî yek ji wan kesan bû ku pêşwazî li Mezherê Xaliqî kirî, ev kes di xwepêşandanên payîza rabûrî de li Merîwanê, biryarderê sereke yê kuştina lawên xwepêşanderên Kurd bûye û destên wî bi xuyna dehan lawên Kurd sor bûne.

Hemwext “Murad Niya” yê parêzgerê Sine ku kirêgiritîyê sereke yê rejîma Îranê  ye ji bo bi cî kirina pîlanên wê yên cenga psîkolojîk e, ev kes li wexta xwepêşandanên payîza rabûrî eşkere bû kanê çend dije Kurde û çend li dijî heza rizgarî xwazên gele, li vir pirs eve, gelo dibe keseke wiha ku destê xwe ji bo kuştina lawên Kurd dirêj kiribe li heman demê dostê huner û çanda Kurdî be? erê dibe kesên ku bawer ji “Muradî” dikin bi kesên aqil û jîr bihên hesab kirin?.

GELÊ KURD ÇAVERÊ DIKE KU REZAZÎ BI PÎLANÊN ÎRANÊ, PJAK Ê Û YNK Ê NEYÊ XAPANDIN

Li dawyê pêwîste ev yek were gotin ku law û gelê xebatkarê Kurdistanê çaverê wê yekê ji Nasir Rezazî û hunermendên din yên şorişgêr dikin ku bi van bizavên Îranê  nehên xapandin û dîrok û xebata xwe ya neteweyî nekin qurbanî hinek gotin û diruşmên birîsqedar û bê esas ên fêlbaziyên Tehranê, Nasir Rezazî pêwîste ew kurê Kurdistanî be ku amade nebe li çi demekê û di çi rewşekê de serê xwe ji bo dagîrkaran bitewîne, pir zelale ku mifadarên vegerîna kesatiyên hunerî, tenê dujminên gelê Kurdin, jiberku ji alîyekê şikoya hunera berxwedanê û hunermendan dê bihête şikandin û ji alîyekê din ve gelê Kurd wê ji hunera Kurdî dûr bikeve ev jî wê xizmetek be ji bo pêvajoya asmîle kirina neteweî a Kurd.

PÊWÎSTE YNK BAŞ BIZANIBE KU REJÎMA ÎRANÊ LI BER LÊVA JINAV ÇÛNÊ YE

Pêwîste alî û kirêgiritîyên Komara Îslamîya Îranê jî bi taybet PKK û YNK bi başî di vê rastiyê bigehin ku rejîma kevneperist a Tehranê li ser lêva heriftinê ye û her piştbestineke bi vê rejîmê wê mîna qumar kirinê be li ser Hespeke mirar bûyî be û ji bilî serşorî û şermezarîyê tiştekî din ji bo nabe, komara îslamîya Îranê pêwîste baş fam bike ku gelê Kurd bi van bizavên qirêj nayê şikandin û weke mezinan gotî hey ho hey ho, Kurdistan li ku derê û ser tewandin li ko derê!!

Pustên heman beş