Li navçeya Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê, dirbeke mezin bi PKK ê ket wexta ku 12 gerîla ketin ber êrîşa tophavêjên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, dengoyê kuştina 3 leşkirên Tirk jî heye.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji duh û heya îro roja şemî 25/4/2020ê, şer li navçeya Heftenînê ya başûrê kurdistanê, li navbera arteşa dewleta Tirkiyê û gerîlayên PKK ê derketiye, leşkrekê Tirkiyê hat kuştin û 3 leşkir brîndar ketine.
Herweha bi sedema top barana Tirkiyê, li ciyê ku gerîlayan êrîş jê birine ser leşkirên Tirkiyê, 12 gerîlayan canê xwe wenda kir.
Her li vê derbarê de, wezareta bergirîya Tirkiyê nûçeya vê pevçûnê weşandîye û danpêdan kir ku zirarên canî bi leşkirên wan li Heftenînê ketine.