Berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê li wilatê Sowed bi navê “Resûl Ozdemîr” hat desteser kirin û Mîtê vegerande Tirkiyê.
Çavkaniyên ewlehiyê li Tirkiyê eşkere kirine ku li dawiya heftîya rabûrî, berpirsyarê PKK ê li Sowed “Resûl Ozdemîr” bi kod navê “Zîbo” hate desteser kirin û bi alîkariya dewleta Sowed li gel saziya îstixbarata Tirkiyê Mîtê, ji bo Tirkiyê hat vegerandin.
Medyaya Tirkiyê wêneyên “Zîbo” li jêr alaya dewleta dagîrkar weşandine weke dukomênt li ser rastiya desteser kirin û vegerandina wî ji bo Tirkiyê.
“Zîbo” bi berpirsyarê tevgera ciwanên şorişgêr “YDG-H” tê hesab kirin ku balê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê ye li Şirenxê ya Bakurê Kurdistanê, li sala 2014ê tevlî PKK ê bûye.