Wezîrê plankirinê yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Dara Reşîd got heke hikûmeta navendî a Îraqê mûçeyê karmendan û beşe budceya herêmê bişîne ew jî amade ne ku hemû dahata neftê teslîmî Bexdayê bikin.
Dara Reşîd ku li meclîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist, der barê tevgera hikûmeta navendî a Îraqê ya neft û budceyê da axvî û ragihand hikûmeta navendî ya Îraqî dibêje ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata nefta 250 hezar bermîlên neftê naşîne ew jî ji ber vê mehaneya karmendan û budceyê naşînin.
Wezîrê plankirinê anî ziman di sala 2019an da bi rayedarên hikûmeta navendî ra der barê neft û budceyê da hin hevdîtin hatin kirin û me ji aliyê Îraqê ra got heke hemû para herêma kurdistanê ya ji şirketên neftê û budceyê tên bidestxistin bên şandin, ne dahata rojane ya 250 hezar bermîlên neftê, belku hemû dahata neftê emê teslîmî wan bikin.”