FIROKEYÊN TIRKIYÊ SERÊ SIBÊ NUQTEYEKE ASAYÎŞÊ YA LI KOBANÊ BOMBEBARAN KIRIN.

FIROKEYÊN TIRKIYÊ SERÊ SIBÊ NUQTEYEKE ASAYÎŞÊ YA LI KOBANÊ BOMBEBARAN KIRIN.

Firokeyên bê firokevan yên Tirkiyê, serê sibê nuqteyeke asayîşê ya li kobanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, êrîşa hewayî di saet 03.40 şevê pêk hat. Derbarê di êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da yan na, tu agahî nehatin bi dest xistin.

Piştî bûyerê, hêzeke Rûsî ew navçe dorpêç kir rê neda medyakar nêzî wê nuqteyê bibin û ragihand ku ewê lêkolînê derbarê vê bombebaranê de bikin.

Li gor zanyariyên ropela Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe yên taybet li Rojava bi dest xistîne, du bombe li pêşya xala asayîşê ketin û zîyan gihand otombîlekê.

Pustên heman beş