LI BER DERIYÊ BAREGEHA HEWALGÎRIYA ÎRAQÊ LI KERKÛKê DU TEQÎN ÇÊBÛN

LI BER DERIYÊ BAREGEHA HEWALGÎRIYA ÎRAQÊ LI KERKÛKê DU TEQÎN ÇÊBÛN

Îro roja sêşemî 28î Nîsana 2020an, du teqînên xwekujî li ber deriyê baregeha hewalgîriya Îraqê li bajarê Kerkûkê rû dan.

Li gorey medyayên Îraqî, du xwekujan xwe gihandiye nêzî deriyê baregeha hewalgîriya Îraqê li taxa Qadisîye li Bajarê Kerkûkê û êrîş kiriye ser vî baregehî û her li wê derê xwe teqandiye.

Ji aliyê xwe ve jêderekî ewlekariyê li Îraqê ragihand, hêzên ewlekariyê ew her du xwekuj berî ku bigihin avahiya Rêveberiya Hewalgîriyê kuştin.

Li gor wî jêderî, ji encama her du teqînan, 4 kes ji endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Pustên heman beş