LI EFRÎNÊ TEQÎNEKE BIHÊZ RÛ DA
Teqînek li nav bazara bajarê Efrînê yê rojavayê kurdistanê, ku niha di bin kontirola hêzên Tirkiyê û komên çekdar deye, çêbû û li gor zanyariyên destpêkê, gelek kuştî û brîndar hene.
Çavkaniyên Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, teqîn li nav bazara Efrînê û li ser rêya Raco çêbûye û bi sedema vê teqîna bi hêz dehan kuştî û brîndar hene herweha di vê teqînê de agir bi çend otomobîlan ketiye.
Çavkaniyên Darka Mazî herweha eşkere kirin, hejmarek ambulanis gihîştin cihê teqînê û birîndarên ku beşeke zêde ya laşên wan şewtîye rakirin nexweşxaneyan.
Li gor zanyariyên destpêkê, 4 kesan canê xwe ji dest dane û heya niha ti aliyekê berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.
Ji ber bihêz bûna teqînê û ji ber ku li nava bajêr rû daye, tê pêşbînî kirin hejmara qurbaniya zêde bibe.
Efrîn ji roja 18 Adara sala 2018 ve di bin kontirola artêşa Tirkiyê û komên çekdarên sûrî deye. Herweha Tirkiyê jî walîyekî xwe daniye Efrînê û wê herêma rojavayê kurdistanê birêve dibe.
Rojane zilim û zordariyeke mezin ji aliyê Tirkiyê û çekdarên mîlîşya yên ser bi wê ve li xelkê resen ê Efrînê ku kurdin tê kirin û mafên wan têne bin pê kirin.