HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI BELGEYÊN YASAYÎ BERSIVA HIKÛMETA ÎRAQÊ DIDE
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro, li derbara birîna mûçeyên karmendan bersiva Hikûmeta Îraqa federal da û ragihand ku birîna mûçeyên karmendan tu şer’îyeteke yasayî û destûrî nîne.
Dîwana Seroktîya Encûmena Wezîrên Herêma Başûrê Kurdistanê di nameyekê de ku arastey emîndarîya giştî ya encûmena wezîrên Îraqê kirîye, bi belgeyên yasayî bersiva Hikûmeta federal ya Îraqê li derbara neyasayî bûn û ne destûrî ya biryara birîna mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê daye.
Di bersivê de ku çendîn xişte li gel de hatine hevpêç kirin, amaje hatîye kirin ku birîna mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê, pêşêlkirine ji bo mafên yasayî û destûrî yên karmendên Herêma Kurdistanê ku hevawayê karmendên din yên Îraqê erkên xwe di xizmeta giştî de encam didin.
Giringtirîn xalên bersiva Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê:
Birîna mûçeyên karmendên Herêma Başûrê Kurdistanê neyasayî û ne destûrî ye.
Hikûmeta Îraqê li sala 2019an pêşwext pereyê radest nekirina 250 hizar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê birîye.
Her çende Pêşmerge li gor destûra Îraqê beşeke ji sîstema bergirî ya Îraqê û rolê sereke û giring di şerê dijî terorê de dîtîye û qurbaniyên zor dayîne, lê belê heya niha Hikûmeta Îraqê tu mûçe û mafên darayî ji bo Pêşmerge ne mezaxtine.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha mêhvandarî ya pêtir ji milyon penaber û awareyan kirîye, bi taybet awareyên parêzgehên Îraqê ku bi tenê perpirsatiya mezaxtinên wan bi stoyê xwe ve girtine û Hikûmeta Îraqê di vê derbarê de tu alîkariyek pêşkêş nekirîye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xişteyek bi sercem wan ziyanan hevpêç kirîye ku hikûmetên yek li dûv yekên Îraqê ji sala 1963 ta 2003an bi Herêma Kurdistanê gihandîne ku ev zîyane dgehin ( 384.698.302.600 ) sêsed û heştê û çar milyar û şeş sed û not û heşt milyon û sêsed û du hezar û şeş sed dolaran.