Saziya îstixbarata dewleta dagîrkar ya Tirkiyê MÎT’ê paş teqîna xwekujîya sêşemîya rabûrî, hemû deriyên Efrînê daxistin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê îro roja pêncşemî 30/4/2020ê eşkere kirin ku saziya îstixbarata Tirkiyê (MÎTê) dema 2 rojane hemû deriyên herêma Efrînê girtine û rê nade hatin û çûn bê kirin.
Ev hengava Tirkiyê paş du rojan ji wê kiryara xwekujî tê ku bi sedema wê pêtirî 100 kesan hatibûn kuştin û birîndar kirin.
Li vê derbarê de nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir ku heya niha nasnameya hejmarek herî zor ya qurbaniyên teqîna Efrînê nehatîye zanîn.
Teqîna êvara sêşemîya rabûrî bi mezintirîn kiryara terorîstî paş dagîrkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li wê herêma Rojava tê hesab kirin.