Fermandareka Partîya Karkerên Kurdistanê, bi sedema nexweşiya Penceşêrê, canê xwe wunda kir, paş ku PKK ê rê pê neday li nexweşxaneyên Başûr çareseriya wê were kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, “Hefîze Ozdemîr” bi kod navê “Zîn Avêsta” bi sedema nexweş ketina wê bi Penceşêrê, canê xwe ji dest da.
Herweha dest nîşan kirin, li zivistana rabûrî “Zîn Avêsta” tûşî Penceşêrê bibû, lê belê rayedarên PKK ê, rê nedayê biçe nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê çareseriyê wergire, lewma canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin, li vê dawyê Zînê Avêsta li rêyekê digeriya ji bo ku biçe Başûrê Kurdistanê û çareseriyê wergire, lê belê ji aliyê PKK ê ve rê pê nehat dayîn.
Medyaya Tirkiyê li derbara mirina “Zîn”ê ragihandin ku ew di lîsta sor ya daxwaz kiryên dewletê de bû.
“Zîn Avêsta” li sala 1993an tevlî Partîya Karkerên Kurdistanê bibû, berpirsyara rêxistna jinan ya PKK ê li Dêrsimê bû, tê gotin ku ew yek ji zêrevanên rêberê PKK ê Ebdulla Ocalan bû.
“Zîn”ê serkêşiya tev çalakiyên PKK ê yên sala 2016ê li Dêrsimê kirbû.
Bûyerên bi vî awa di nava PKK ê de ev cara yekemîn nîne çêdibin belku pêş niha çendîn carên din çibûne, dibe diyartirîn bûyera bi vî awa bûyera sala 1992an be dema PKK îxaneteke herî mezin li qadroyên xwe kirî, dema di vê salî da PKK şer bi Hikumeta Herêma kurdistanê re firotî, li navçeya Heftenînê 19 gerîlayên PKK ê brîndar ketin, PKK ê ev birîndare birin û li şikeftekê akincî kirin, PDK daxwaz kir van birîndaran li nexweşxaneyeke Hewlêrê tedawî bike, lê belê Cemîl Bayik biryar da ku her 19 gerîla werin kuştin û got: kuştina van gerîlayan pir bi romet tire ji wê yekê ku PDK wan derman bike.