Seîd Gabarî yê mezin koça dawîyê kir

Seîd Gabarî yê mezin koça dawîyê kir

Hunermendê kurd Seîd Gabarî îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Seîd Gabarî hefteyeke ji ber têkçûna rewşa wî ya Tenduristî ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bû, lê îro serê sibê koça dawyê kir.

Biryar bû, li ser rasperdeya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Seîd Gabarî ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî, bi firokeyekê ji bo Almanya yê bihata veguhastin.

Lê belê li gorî agahiyên ropela Darka Mazî; Seîd Gabarî li serê sibê di saet 04:45an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.

Hunermendê kurd Seîd Gabarî di 13ê Nîsana 1956an de li gundê Xirbê Kejêyê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Hunermend Seîd Gabarî ji ber zextên siyasî ew neçar ma ku derkeve Ewropa. Di van salên dawî de Seîd Gabarî gelek caran li başûrê kurdistanê dima.

Di 1966an de Seîd Gabarî helbestvanên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj nas kirin û bi helbestên wan dest bi muzîkê kir û helbestên her du helbestvanan kirin stran.

Di sala 1970î de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hate girtin, wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotnên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotnên kurdî dûr nekir.

Seîd Gabarî di 8 saliya xwe de dest bi hunera kurdî kiriye û wek her kurdekî di wî wextî de jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kiriye.

Gabarî ku çavên wî nedidît zêdeyî 40 salan bû xizmeta muzîka kurdî dikir.

Biryare îro termê hunermend Seîd Gabarî bi beşdariya hejmarek ji rayadarên Hewlêrê, aliyên siyasî, hunermend û hezkiriyên wî li gundê Mela Omera ser bi Hewlêrê ve bi xakê were sipartin.

Pustên heman beş