Li Ewropayê PKK ê serê PYD ê jî xwar

Li Ewropayê PKK ê serê PYD ê jî xwar

Li gor belgenameyekê ku ji aliyê yek ji çalakvanên ser bi PYD ê ve li soşyal medyayê de hatîye parve kirin, diyar dibe PKK ne tenê li rojava kurdistanê, belku li Ewropayê jî bûye sedema dirust kirina pirsgirêkan ji bo PYD ê.

Yek ji çalakvanên PYD ê di ekawinta xwe ya Facebook ê de rexneyan li siyaseta PKK ê li Ewropayê digire ku bûye sedem Kurdên Ewropayê piraniya wan bi awayek ne mentiq tev bigerin û ji ber PKK ê her kesê ne digel PKK ê weke xaîn mêze dikin.

Ev çalakvane dinvîse: “di demekê de ku em mijûlî rêxistna xwepêşandanê bûyn, me daxwaz ji xwepêşanderan kir ku ala yên PKK û PYD ê blind nekin û beşdarî wê xwepêşandanê nebin ya ku biryare ji aliyê Partîya Yekîtîya Demokratîk PYD were encam dan, lê belê kurdên bajarê Bîlîflîd, dinya li ser serê me xerab kir û em bi xaîn û kirê girtî tawanbar kirîn.

Her wiha dibêje, lê îro ew berhemê karê xwe diçînin, hikûmeta Almanya yê yek ji çalakvanên PYD ê haydar kirîye ku pêwîste dem li dest xaka Almanya yê bicî bihêle ji ber ku PYD e weke şaxa Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê tê nasîn û hebûna wê li Almanya yê wê xetereyê li ser demokrasî û êmnahiya dewleta Almanya yê dirust bike”.

Tê zanîn ku her ji sala 1993yan Hikûmeta Almanya yê PKK weke partîyeke terorîstî daye nasandin û hemû kar û çalakiyên wê li Almanya yê qedexe kirîne.

Li Ewropayê PKK ê serê PYD ê jî xwar

Pustên heman beş