Li Efrînê milîsên ser bi Tirkiyê dest danîne ser mal û dukanên Kurdan

Li Efrînê milîsên ser bi Tirkiyê dest danîne ser mal û dukanên Kurdan

Çekdarên grûpa Emşat, roja sêşemî ya rabûrî li nahiyeya Şiyê ya herêma Efrînê bi zorê hejmarek ji xelkê wê nahiyê ji mal û dukanên wan derxistine.

Li gor agahiyan, çekdarên wê girûpê ku Erebin piştre dest danîne ser mulkê wan welatiyan û mulkên wan bi kirê dane Erebên ku ji deverên dinên Sûriyê li herêmê hatine bicîkirin.

Rêxistna mafê mirovan a Efrînê navê 7 welatiyan belav kiriye, ku grûpa Emşat li nahiyeya Şiyê dest daniye ser mal û dukanên wan û bi kirê dane Ereban.

Çekdarên Emşat li Efrînê baca bi zorê li ser cotkarên herêmê ferz kirin û kesên ku rezê wan yên tirî hene, divê ji sedî 15 ji berhemên xwe bidin wan çekdaran ger na wê rez û baxên wan hên dest bi serdagirtin.

Grûpa çekdarî ya Emşat, yek ji grûpên çekdarên opozîsyona sûryê ye ku Tirkiye piştgirya wan dike û piştî dagîrkirina Efrînê, li hin deverên wê herêma rojavayê kurdistanê bicîh bûne û zordariyê li xelkê resen yên Efrînê ku Kurdin, dikin.

Grûpa çekdarî ya Emşat bi navê fermandarê wê grûpê ku keseke bi navê Ebû Emşe hatiye binav kirin, ev çekdare raste rast alîkarî û piştevaniya xwe ji dewleta dagîrkar a Tirkiyê werdigrin.

Pustên heman beş