Çekdarên ser bi Tirkiyê ve seramîkên goristaneka Efrînê dizîn

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve seramîkên goristaneka Efrînê dizîn

Hejmarek çekdarên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde seramîkên goristana bajarokê Cindirêsê dizîn.

Rêxistna mafên mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpeke çekdar ligel hejmarek ji koçberên li Efrînê hatine bicîkirin, roja gorên goristana bajarokê Cindirêsê şikandine û kevir û kêlên seramîk jî dizîne.

Li gor heman rêxistnê, çekdar û Erebên hawirde seramîkên ku dizîne firotine belênderekî li nav bajarokê Cindirêsê da ku bazirganiyê bi wan bikin.

Ev ne cara yekeme ku grûpên çekdar gor û cihên dîrokî û şûnwaran dişkînin û didizin, di meha adara bûrî de jî, grûpa çekdara bi navê Emşat bin mizgefta bajarokê şiyê kolandibû û di encamê de minareya mizgeftê û beşek ji avahiya mizgeftê jî hilweşyabû.

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozsyona Sûriyê dest danîne ser herêma Efrînê ya rojavayê kurdistanê, bi dehan goristan li ser destê grûpên çekdar hatine têkdan.

Ji bilî kuştin û revandina welatiyên Efrînê û destdanîna ser mal û milkên wan, grûpên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, şûnwarên Efrînê û goristanan dişkînin û didizin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve û li gor zanyariyên rêxistna mafên mirovan li Efrînê, grûpên çekdar li ber çavê serbazên Tirkiyê heta niha zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û wêran kirine û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî keleha Horî, keleha Samanê, Şikefta Duderî, Kenîseya Marmaron, Mezargehên Olî yên Musilman û Êzdîyan, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedgere hezar heta 2 hezar  sal berî zayînê.

Pustên heman beş