Li Bakurê Kurdistanê berf barî

Li Bakurê Kurdistanê berf barî

Li Erzerom û Sarîqamîşa navçeya Qerisê berf barî û welatî di tengasiyê da man.

Li Erzeromê piştî şiliyê berf barî û di demeke kin da navenda bajêr sipî bû.

Banê xaniyan, çiqlên daran bi berfê sipî bûn û welatiyên bêtevdîr tengasî kişandin.

Ajokar jî ji ber rêya ji berfê dişiqitî di tengasîyê da man.

Li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî ji ber berfê bajar çîl û sipî bû.

Li Gêdukê Xanderiyê yê 10 kîlomêtro dûrî navçeyê ajokar di rê da man û bi zorê dewam kirin.

Pustên heman beş