75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin

75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin

Li gundê Siyavanê girêdayî navçeya rêya Armûşê hejmara kesên bi Koronayê ketine derket 75an, bi van nexweşan re hejmara kesên li wanê bi Koronayê ketine derket 362 kesan.

Li gorey çavkaniyên medyayî li gundê Siyavanê girêdayî navçeya rêya Armûşê ya wanê ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) di 5ê Gulanê de sepana karantînayê pêk hat, lê jiberku li vî gundî tevdîrên li dijî vîrûsê hatine piştguhkirin û şîn hatiye dayîn û xelkê gund li şînê amade bûne, keyayê gund Mehmet Nûrî Yonten ji wezîfeyê hatiye girtin.

Herweha hat ragihandin ku ji bo kesên beşdarî şînê bûne xebata tespîtê hatbû destpêkirin û di encama kontrola tenduristîya xebatkarên tenduristiyê de hat zanîn ku hejmara kesên bi Koronayê ketine gihîştiye 75 kesan, bi van nexweşan re hejmara kesên li wanê bi Koronayê ketine derket 362 kesan.

Pustên heman beş