Sernivîserê malpera “Kurdistan Post” bi Koronayê koça dawiyê kir û PJAK xemgîne

Piştî mirina Mistefa Hesn Gewre ev yek diyar bû ku navbûrî sernivîserê malpera Kurdistan Post bû, ev malpera han, malpereke nêzî PKK’ê ye, di vê malpera han de bi tenê rexne li PKK’ê û hêzên ser bi wê û hevalbendên wê ve nayê girtin, malpereke ku her hemû nivîsandinên têde dihên parvekirin, nivîsandinên dijî Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ne."Mistefa Hesen Gewre", endamê desteya rêveber ya Berey Gel û çalakvanê diyar yê xwepêşandanên Silêmaniyê û Awropa yê bi sedema vîrusa Kornayê canê xwe ji dest da. Paş 20 rojan maneve li bin çavdêrîya pizîşkî,"Mistefa Hesen Gewre", endamê desteya rêveber ya berey Gel û çalakvanê herî diyar yê başûrê welat, bi sedema vîrusa Koronayê li nexweşxaneyekê li welatê Danîmarkê wexera dawiyê kir. Pêgeha"Darka Mazî" li Bakurê Kurdistanê ku di qada hoşyar kirina Gel de li ser Kurdayetiyê tev digere, dilgiraniya xwe ji bo mirina vî çalakvanê diyar ê Başûrê welat radgihîne û sersaxiyê li malbata û kes û karên wî dike."Mistefa Hesen Gewre", pêşmergeyê dêrîn û çalakvanê diyar yê Başûrê Kurdistanê bû, birêveberê malpera Kurdistan Post bû, ew di piranîya xwepêşandan û çalakiyên gelê me li dijî Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê û Awropayê beşdar dibû û di nava amadekaran de ciyê xwe digirt. Li vê derbarê de, Tevgera Azadî ya Kurdistanê û PJAKê bi daxuyaniyên cuda sersaxî ji bo malbata Mistefa Hesen Gewre şandine û têde xemgînîya xwe bi ji destdana wî eşkere kirine. Di wan daxuyaniyan de, PJAKê û Tevgera Azadî Mistefa Hesen Gewre bi mezine welatparêz û kesek aza û azadîxwaz bi nav kirîye, jiberku herdem li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tev geriyay ye, ev jî dihête wê watayê ku welatparêzî di nerîna PKK’ê û PJAK’ê de, tevgeriyane li dijî Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta wê.

Piştî mirina Mistefa Hesn Gewre ev yek diyar bû ku navbûrî sernivîserê malpera Kurdistan Post bû, ev malpera han, malpereke nêzî PKK’ê ye, di vê malpera han de bi tenê rexne li PKK’ê û hêzên ser bi wê û hevalbendên wê ve nayê girtin, malpereke ku her hemû nivîsandinên têde dihên parvekirin, nivîsandinên dijî Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ne.

“Mistefa Hesen Gewre”, endamê desteya rêveber ya Berey Gel û çalakvanê diyar yê xwepêşandanên Silêmaniyê û Awropa yê bi sedema vîrusa Kornayê canê xwe ji dest da.

Paş 20 rojan maneve li bin çavdêrîya pizîşkî, “Mistefa Hesen Gewre”, endamê desteya rêveber ya berey Gel û çalakvanê herî diyar yê başûrê welat, bi sedema vîrusa Koronayê li nexweşxaneyekê li welatê Danîmarkê wexera dawiyê kir.

Pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê ku di qada hoşyar kirina Gel de li ser Kurdayetiyê tev digere, dilgiraniya xwe ji bo mirina vî çalakvanê diyar ê Başûrê welat radgihîne û sersaxiyê li malbata û kes û karên wî dike.

“Mistefa Hesen Gewre”, pêşmergeyê dêrîn û çalakvanê diyar yê Başûrê Kurdistanê bû, birêveberê malpera Kurdistan Post bû, ew di piranîya xwepêşandan û çalakiyên gelê me li dijî Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê û Awropayê beşdar dibû û di nava amadekaran de ciyê xwe digirt.

Li vê derbarê de, Tevgera Azadî ya Kurdistanê û PJAKê bi daxuyaniyên cuda sersaxî ji bo malbata Mistefa Hesen Gewre şandine û têde xemgînîya xwe bi ji destdana wî eşkere kirine.

Di wan daxuyaniyan de, PJAKê û Tevgera Azadî Mistefa Hesen Gewre bi mezine welatparêz û kesek aza û azadîxwaz bi nav kirîye, jiberku herdem li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tev geriyay ye, ev jî dihête wê watayê ku welatparêzî di nerîna PKK’ê û PJAK’ê de, tevgeriyane li dijî Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta wê.

Pustên heman beş