Li Hekariyê bayê gur baniyên avahiyan firandin

Li Hekariyê bayê gur baniyên avahiyan firandin

Li Hekariyê li taxên bajar bayê gur tesîra xwe nîşan da û baniyên hin avahiyan firandin.

Li Taxa Berçelanê baniyên 3 avahiyan firiyan, parçeyên sêlik û daran ên ku ketin ser rê, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê ku hatin ciyê bûyerê hatin rakirin.

Şêniyê taxê Naif Yaşar di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku bayê gur, baniyê avahiya ku ew tê da rûdinên firand û wiha got, “Em tirsiyan me got qey erd hejiya. Ji banî dengekî bilind hat. Bayê banî tevda firandibû. Di sê avahiyan da zirar çêbû. Aniha baran dibare û em di rewşeke xirab da man. Em nizanin em ê çi bikin. Me hewil da bi brandayê nîvê banî bigirin.”

Pustên heman beş