Du keçên kurdên Êzidî piştî 6 salan ji revandina ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve, hatin rizgar kirin û vegeriyan cem malbata xwe.
Leyla û Ronya du keçên Êzidî temen 17 salî ne û ji dema êrîşa ser Şengalê li sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatbûn revandin. Piştî rizgar bûna wan, îro di deriyê sînorî Pêşabûrê re vegeriyan cem malbatên xwe.
Malbatên wan herdu keçkan ji bo ku pêşwaziyê li keçên xwe bikin li ber deriyê sînor kom bûn.
Ew du keç pirr kêfixweş diyarbûn ku piştî 6 salan ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û vegeriyan nava malbatên xwe.
Roja 3ê tebaxa 2014an çekdarên rêxistna terorîstî ya DAIŞ’ê êrşî devera Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.
Li gor dawî amara nivîsgeha rizgarkirina revandiyên Êzidî li başûrê welat, ta niha çarenvîsa 2800 kurdên Êzidî ne diyarin.