2 welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin kuştin

2 welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin kuştin

Şeva bûrî 2 welatiyên Kurd ji gundekî Xaneqînê ji aliyê çend çekdaranve hatin revandin, îro jî termên wan herduyan kuştî hatin dîtin.

Li gor zanyariyên medyayî li başûrê Kurdistanê, derengê şeva bûrî çend çekdaran 2 welatiyên Kurd ji gundê Mêxas revandin, yek ji wan muxtarê gund e.

Herdu welatî cotkarên Kurdin û dema pale dikirin, ji aliyê çend çekdaran ve ku tê gûmankirin çekdarên DAIŞ’ê bin hatin revandin.

Ev di demekê de ye, şeva bûrî dexl û danê cotkaran li heman gundî hatibû şewitandin.

Demek e çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.

Pustên heman beş