Şerê bi miriyan re nayê qezenckirin

Şevîn Coşkûn

Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, ji bo cezakirina êrîşkarên goristanan û telafîkirina travmaya malbatan daxwaza lêkolîna meclisê kir û ev tişt got: “Ne pêkane ku tu desthilat şerê bi miriyan re qezenc bike.”

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, ji bo lêkolînkirina êrîşên ku di rojên dawîn de li dijî goristanan zêde bûne, girtina bergiriyan û tespîtkirina êrîşkaran, pêşniyaznameya lêkolînê da meclisê. Coşkûn, di binasiya pêşnîyaznameya xwe de bi bîr xist ku di dîrokê de goristan weke cihê bîranînê pîroz hatine qebûlkirin û destnîşan kir: “Di hiqûqa gerdûnî de êrîşa li dijî goristanan weke sûçên herî mezin ê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin.”

ÊRÎŞA GORAN ÊRÎŞA HEBÛNA KURDAN E

Coşkûn, destnîşan kir ku êrîşên goristanan malbat û civakê ber bi travmayên tûnd ve dibin û ev tişt anî ziman: “Hedefgirtina tîpên kurdî û rengên neteweyî yên kurdan, li dijî nirxên çandî û hebûna kurdan êrîş e. Hedefgirtina gorên civaka kurd, careke din neçareseriya Pirgirêka Kurd derxistiye holê. Desthilata heyî ji bilî tundiyê tiştekî ku bide civakê nemaye.”

DAXWAZ LÊKOLÎNÊ

Di berdewama pêşnîyaznameya xwe de Coşkûn, diyar kir ku ne mumkîne ku tu desthilat şerê bi miriyan re qazanc bike û ev tişt got: “Divê bizanîn ku hêza rêxistinbûna civakê, remz û bîra ku bi goran hatiye avakirin, ji hemû wesfên tundiyê bihêztir e. Ji bo demokratîkbûn, aramî û aştiya Tirkiyeyê divê ev polîtîka bên terkkirin. Ji ber vê yekê em ji bo cezakirina êrîşkarên goristanan û telafîkirina travmaya malbatan daxwaza lêkolîna meclise dikin.”

Şevîn Coşkûn

Pustên heman beş