YPG ê li Rojava çav berda fitreyên gel

YPG ê li Rojava çav berda fitreyên gel

Li herêmên di bin desthilatdariya wê de cavê YPG ê li fitreyên gelê rojavaye daku wan fitreyan li ser malbatên şervanên di şerên dijî terorîstên DAIŞ’ê de canê xwe ji dest day parve bike.

Li rojava Kurdistanê YPG e li herêmên di bin kontirola xwe de daxwazê li gelê rojava dike fitreyên xwe yên meha remezanê teslîmî wan bikin, daku ew jî wan fitreyan li ser malbatên şehîdên xwe parve bikin.

Li gor zanyariyên bi dest pêgeha Darka Mazî ketî li rojava kurdistanê komên 2-3 kesî ji şervanên YPG ê hatîne dirust kirin û kolan bi kolan li malên gel li rojava digerin daku fitreyên wan kom bikin û bidin malbatên şervanên xwe ku di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd ketîne.

Li Rojavaya Kurdistanê ji bo her kesî weke fitreya meha remezanê 1000 lîreyên Sûrî hatîne diyarkirin, lê ji ber rewşa xerab a abûrî li rojava bi sedema vîrosa korona û zîdekirina bacê li ser hemwilatiyan hejmarek zêde ji xelk nikarin fitreyên xwe bidin û ev yek bûye sedema nerehetiya wan.

Pustên heman beş