Dest bi ser muhimatên PKK ê de hat girtin

Dest bi ser muhimatên PKK ê de hat girtin

Wezareta bergirya Tirkiyê daxuyand li Çelê ya navçeya Colemêrgê muhimat û alavên jiyanê yên PKK ê hatin bidestxistin.

Li ser malpera înternetê ya Wezareta bergirya Tirkiyê hat daxuyandin operasyonên qomandoyan ya li dijî PKK ê dewam dikin.

Hat gotin li Çelê ya navçeya Colemêrgê di şikefteke de 9 hewan, 10 dijetankên RPG-7, 200 muhimatên doşkayan, teqemeniyeke destçêkirî, 3 fîşengên sewqê ya roketan, 5 tapayên hewanan a MP-8an, torbeyek barut û alavên jiyanê yên PKK ê hatin bidestxistin.

Her weha Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin muhimat û alav hatin îmhekirin.

Pustên heman beş