Ji Demîrtaş bo Şivan Perwer Nameyek

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku di girtîgeha Edirnê de ye, nameyek ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer re şand û têde hêviya serkevtinê ji bo hewldanên hunermendên Kurd ên bo pêkanîna yekrêziya Kurdan dixwaze.

Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hevserokê berê yê HDP ê Selahattîn Demirtaş nameyek bo wî şandiye û nameya Demîrtaş li ser Facebooka xwe belav kir.

Demîrtaş di nameya xwe de diyar dike ku silavên Şivan Perwer gihîştine wî û ew bi wê yekê kêfxweş bûye.

Di nameya xwe de Demîrtaş nivîsandiye: “Hêvîdarim moralê we bilind e û tendirustiya we baş e. Gerek gelê me û gerek hemû mirovatî, ez bawerim dê di vê pêvajoyê de bi têkoşîna raman û rewana netewî pêkve serefiraz derbas bikin.”

Demîrtaş di beşeke din a nameya xwe de dide zanîn ku ew helwesta hunermendên Kurd ên ji bo Yekîtiya Netewî bi dilxweşî û serefirazî dişopîne û dibêje: “Hêvîdarim çalakiyên we bi gernasî û bê tirs berdewam bin. Di kesayetiya we de, ji bona hemû hunermendên Kurd rêz û silavên xwe yên germ û dilvîn dişînim û serkeftin û serefiraziya we her dixwazim. Bendewar û bawerim ku emê li pêşerojê di rojên azad de hevudû bibînin.”

Ji Demîrtaş bo Şivan Perwer Nameyek

Pustên heman beş