Dagîrkar genim û cih ê Kurdan dişewtînin

Li başûr hikûmeta Îraqê û li rojava hikûmeta Tirkiyê

Şewata di nav Zeviyên gundên li Rojavayê Til Temir yên di bin kontirola çekdarên ser bi Tirkiyê ve, berfirehtir bûye, û li gorî çavkaniyên xwecihî, agir ber bi zeviyên gundê El-Ezîziyê û gundê Um El-Kêf ve belav dibe. 

Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên opozisyonê agir berdane zeviyên genim û cih yên her yek ji gundên Rîhaniye, Feyseliye, Mehmûdiye û Qasimiye ku li jêr kontirola wan grûpên çekdar in.

Li gor heman çavkaniyan, agirê li herdu gundan ber bi zeviyên gundên El-Ezîziyê û gundê Um El-Kêf, yên li heman deverê berferetirbûye.

Gundên navborî 6 km li rojavayê bajarê Til Temr in, û piştî êrîşa 9 Cotmeha sala 2019an ya artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Rojavayê Kurdistanê, heta niha di bin kontirola çekdarên girêdayî Tirkiyê de ne.

Ev yek di demek weha de ye ku li herêma başûrê Kurdistanê de jî li wan navçeyên di bin kontirola hikûmeta Îraqê û heşda şeibî de dexil û danê cotkarên kurd bi berdewamî dihêt şewtandin, li dawî car cutkarek kurd jî di nava şewata dexil û danê xwe de şewitî û canê xwe ji dest da.

Li başûrê kurdistanê li navçeyên ku piştî îxaneta 16 Oktobera sala 2017an ku grûpek di nava YNK ê de bûne sedem, heya niha salane zevî û baxên kurdan li wan navçeyan dihên şewtandin û terîb kirina kurdan jî çûye qonaxeke pirr metirsîdar de.

Pustên heman beş