Piştî demek kurt ji rabûna balefira f-22ya Amerîkî ku ji baregeha asîmanîya Eglînê ya li bajarê Filorîdayê rabû, ew kete xwarê.
Hat diyar kirin ku raptor f-22ya ji balafirên herî pêşketî yên di envantera Amerîkayê da demek kurt piştî ku ji baregeha asîmanî ya Eglînê ya li Filorîdayê rabû ket.
Der bara sedema ketina balefira f-22 ku bi dûratiya 19 kîlometran dûrî baregeha asîmanî kete xwarê, lêprisîn hat destpêkirin, hat diyar kirin ku pîlotê balefirê jî xelas bûye.
Balafirên f-22 ku bihayê yek ji wan 150 milyon dolare balefira herî bihaya envanterê artêşa Amerîkayê tê zanîn.
Amerîka van balefiran nafiroşe welatên din.