Balefrên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê îro êrîşê pêgehên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û dîsan zirarên canî pêre xistin.
Çavkaniyên Darka Mazî li başûrê kurdistanê eşkere kirin, îro roja şemî 16/5/2020ê balefirên ceng yên Tirkiyê te’qîba hereketên partîya karkerên kurdistanê kirine û li 3 cihên cuda hedef kirin û zirarên canî gihîştine PKK ê.
Herweha amaje kirine, êrîşên Tirkiyê li her yek ji navçeyên Zapê, Aveşîn û Basyan çêbûne, derencam 2 gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.
Di heftîya rabûrî pêgehên PKK ê li Başûrê Kurdistanê çendîn caran ketin ber êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê bi taybet li navçeya Kanî Masê û bi sedema van êrîşan, xeta elektirîkê ya 33 key ve hatbû qut kirin.
HPG ê balê leşkir yên PKK ê li derbara van êrîşan û ji destdana gerîlayên xwe çi daxweyanî ji bo medyayê nedane.