Bi roj polîsin û bi şev Daişî ne

Bi roj polîsin û bi şev Daişî ne

Terorîstên DAIŞ’ê, bi alîkariya “‘Erebên hawirde” dest avêtine sotina zeviyên dexludanê cotkarên Kurd li navçeyên 140ê, berpirsekê navçeyê jî dibêje: “ew bi roj polîsin û bi şev Daişî” ne.

Demeke li navçeyên kurdistanî yên dervey îdareya herêma başûrê kurdistanê ku bi navçeyên 140ê tên nas kirin, kiryarên terorî çêdibin û kuştina hemwilatiyên sivîl zêde bûye, li sînorê navçeya Mexmûrê çendîn zeviyên cotkarên Kurd bera ku bên dirîn, hatine sotin.

Kirmanc Ebdulla, berpirsyarê Liqa 23 ya Partîya Demokrat ya Kurdistanê, li derbara bûyerên terorî yên navçeyên kurdistanî daxweyanî ji medyayê ra daye û dibêje: “‘Erebên hawirde ku paş bûyerên 16ê Oktobera 2017ê hatine navçeyên 140ê, li vê dawyê destê xwe xistine nav dest terorîstên DAIŞ’ê, bi roj ew weke hêzên ewlehiyê kar dikin û bi şev alîkariya terorîstan dikin”.

Dest nîşan kir, demeke li sînorê navçeya Mexmûrê zeviyên hemwilatî û cotkarên kurd yên dexludanî tên şewtandin û şewitandina wan bi karekî bi enqest bi nav kir û tekez kir ku ev Erebên hawirde alîkariya DAIŞ’ê dikin jibo sotna zevyên cotkarên kurd.

Kirmanc Ebdulla ev yek ragihand û helwesta hikûmeta federal ya Îraqê rexne kir ku ne alîkariya xelkê navçeyên 140ê dike û ne rê dide tîmên agirvemrandinê yên Başûrê kurdistanê bi wê erkê rabin.

Berpirsyarê Liqa 23ê ya PDK ê dibêje: “navçeya Mexmûrê xetereyeke zêde li sere bi sedema hebûna DAIŞ’ê, Erebên hawirde jî ku bi awayekî ne qanûnî hatine ser mulk û malên kurdan, bi rojê li gel hêzên ewlehiyê kar dikin û bi şev heman ew kesin alîkariya DAIŞ’ê dikin”.

Pustên heman beş