Kirîza Kurdistanê û xapandina mamosteyan

Kirîza Kurdistanê û xapandina mamosteyan

GEL DIZANE KÊ MÛÇEYÊN WAN BIRÎNE, LÊ YNK E Û PARTÎYÊN ÎSLAMÎ DIXWAZIN VÊ GUNEHÊ BÊXIN STOYÊ HIKÛMETA HERÊMÊ

Posted by Darka Mazî – Latînî on Sunday, May 17, 2020

Partîyên Başûr careke din li xemên mamoste û karmendan suwar bûn û tiştê Partîya wan xwestî encam da

Şeş sale gelê kurd li başûrê kurdistanê li jêr Ambargoya abûrî ya Îraqê ye, budce û mûçe lê hatîne birrîn, Îraqê ji 2014ê û li ser demê Nûrî Malikî eve Ambargoye li ser gelê Başûr ferz kir, piştî ku Adil Murad Serokê Encûmena navendî a YNK ê li wî demî ev pêşnîyaz bo kirî.

VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇI DEM DESTPÊKIR?

Birîna budce û mûçeyê herêma başûr li ser demê Nûrî Malikî gihîşt astekê weha ku ji 2014ê Bexdayê yek dînar jî ji bo rewane nekir, lê partîyên başûr wek her car ev yek bo xwe bi derfet dît daku hikûmeta herêmê wek hikûmetek şikestî bidin diyar kirin.

Herçend ev partîye di pêkanîna hikûmetê da beşdarin, lê wan çi caran perpirsatiya beşdar bûna xwe di hikûmetê de helnegirtîye, berevajî ew mijûlî alozkirina rewşê û muzayedên zêdetir bûn.

LI DUHOKÊ KÎ BÛN XWEPÊŞANDAN KIRÎN Û KÎ BÛN ARMANCA XWEPÊŞANDANÊ GUHARTÎ?

Xwepêşandan ji bo daxwazkirina mafan di sîstemên demokrasî da ji mafên destpêkî ye, li her dera cîhanê dema gel hest dike mafên wî wek pêdvî pê nahên dayîn, xwepêşandanan diken, ev yek bi mafê gel tê zanîn.

Di xwepêşandana duh ya bajarê Duhokê da, partîyên “îslama siyasî wek yekgirtû, Komele, herweha Ayinde, PKK e û YNK ê” ev yek bi derfet dît daku xwepêşandanê siyasî biken û ji bo wan giring nebû li xemên mamosteyên hejar siyar bibin.

LI HER KUJÎYEKÎ XWEPÊŞANDANÊ QADROYEKÊ YEKGIRTÛ Û YNK Ê HEBÛ

Li her kujîyekê xwepêşandanê berpirsyar û parlementerekî van Partîyan dihatin dîtin, wek Qadroyên Yekgirtû, YNK ê, Komelê, Newey Niwê û Goranê û bi dehan alîgrên wan ku çi peywendîya wan bi mamosteyan û wezîfa mamostatiyê nebû.

XWEDANA 8 MILYON DÎNARAN BI EREBEYEK SIFIR KILOMETER ÇÛBÛ XWEPÊŞANDANÊ

Dîmenê here diyar ku li soşyal medyayê belav bûy, wêneyê “Heliz Ehmed” a parlementera Yekgirtûya Îslamî bû, ku bi erebeyek “Land Cruiser” sifir kîlometir û zêrevan ve dixwest biçe xwepêşandanê, daku muzayedên Partîya xwe bifroşe mamosteyên hejar.

Heliz Ehmed li demekî mamosta bû, ewê di xwepêşandanên 2017ê de 250 dînar bilind kiribû, paş ew bû parlementer û mûçeyê wê bûne 8 milyon dînar, erê gelo wê jiber çi dixwest beşdarî xwepêşandana duh a mamosteyên Duhokê bibe?, erê hûn dibêjin wê vê carê hezar dînar blind kiriba, daku hindek milyonên din li ser mûçeyê wê zêde bibin? Li heman demê cêgirê melbenda YNK ê li Duhokê?

GEL DIZANE KÊ MÛÇEYÊN WAN BIRÎNE, LÊ YNK E Û PARTÎYÊN ÎSLAMÎ DIXWAZIN VÊ GUNEHÊ BÊXIN STOYÊ HIKÛMETA HERÊMÊ

Li Nîsana îsal dee hikûmeta Îraqê biryara birîna mûçeyên Kurdistanê dîsan derkir û bi nivîskareke fermî belavkir ku her takekê kurdistanî li ser mobayîla xwe ew nivîsar dît, hikûmeta Kurdistanê şandek şand Bexdayê, lê hêjan ne gihiştîne encamekî.

Gelê Kurdistanê bi tevahî dît û bihîst kê mûçeyên wan qut kirîne, zanîn ku ev zordariye Bexdayê li wan kirîye, lê partîyên “Yekgirtû, Komele, YNK e, PKK û Newey Niwê”, dest bi siyaseteke qirêj kirin û xwest wêne li ber çavê xelkî weha bidin nîşandan ku hikûmeta Herêmê û PDK e ye mûçeyên wan qut kirî ne Bexda.

Heger ev Partîye bixwazin pirsgirêka mûçeyan çareser bibe li şûna aloztir kirina rewşê, çima wan daxwaza xwepêşandaneke mezin li dijî Îraqê nedikir?

Heger partîyên başûr bixwazin pirsgirêka mûçeyan were çareser kirin, çima milê xwe ne dan milê PDK ê û hikûmeta herêmê ji bo ku mezintirîn fişar li Bexdayê bikin? Erê li şûna xwepêşandekê bi alîgrên xwe li dijî hikûmeta herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bi rêxistin bikin, çima wan daxwaza xwepêşandaneke giştî li dijî hikûmeta Îraqê nedikir, ma qey li wî demî rêkxistina UN ê, Amerîka û Yekîtîya Awropa nedihatin ser xet û fişar li Bexdayê nedikir ku pirsgirêkê çareser biket?.

Pustên heman beş