Bi sedema PKK ê “Dergela Mosa Beg” hat bordoman kirin

Bi sedema PKK ê"Dergela Mosa Beg" hat bordoman kirin

Balefrên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê êvara îro gundê Dergela Mosa Beg ê li sînorê parêzgeha Duhokê bordoman kir, paş ku gerîlayên PKK ê xwe nêzî gundê navbûrî kirîn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê eşkere kirin, êvara îro roja duşemî 17/5/2020ê li demjimêr 4:30, balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, moşekek avêt gundê bi navê Dergela Mosa Beg ê li sînorê navçeya kanî masê li devera Berwarî Bala.

Herweha dest nîşan kirin, balefiran ev moşek li nêzî gundê navbûrî daye, wexta ku gerîlayên PKK ê xwe nêzî gundî kirîn.

Bi sedema bordomanê tirseke herî zêde li cem rûniştvanên gundê çêbûye û wan dilgiraniya xwe ji nêzîkbûna gerîlayên PKK ê bo gundê xwe kirin û xwestin gerîla xwe ji gundê wan dûr bikin ji bo ku ne kevin ber êrîşên balefiran.

Her îro roja duşemî, hat tesbît kirin ku li nava xaka herêma başûrê kurdistanê de li navçeya xwakurkî, 3 gerîlayên PKK ê bi sedema bombebarana balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Operasyonên dewleta dagîrkar bi sedema PKK ê li nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye sedema derketina zirarên mezin ji bo gelê başûr, taybet paş Tebaxa sala rabûrî û destpêkirina operasyona bi navê pencikê ku hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd ketine.

Gelê başûr ji ber vê yekê ji hebûna PKK ê li navçeyê nerazîne û dixwazin PKK nêzî gundên wan nebe lê belê PKK bi tu awa guhdariya gel nake û berdewam dibe sedema derketina pirsgirêkan ji bo gelê başûr.

 

Pustên heman beş