Enfalkirina darên daristanên kurdistanê didome

Enfalkirina daran li bakûrê kurdistanê didome

Hat hînbûn cerdevanên ku darên li herêma çiyayê Cûdiyê dibirin, wan daran li bajarên din difiroşin. Pişt re jî hat hînbûn ku dar ji bo ku qada qaleqolan berifrehtir bibe tên birîn.

Li herêma çiyayê Cûdiyê nêzî du mehane cerdevan li deverên qaleqol lê heyî daran dibirin.

Herî zêde darên li derdora Gundikê Remo, Gilindor û Nêvavayê dihên birîn ku di yek roj de bi qasî 100 ton dar tên birîn.

Ev yek jî eşkere bû ku darên tên birîn yek tona wan bi 360 TL’yî tên firotin, Hat hînbûn ku dar li qamyonan tên barkirin û wan dibin Roha, navçeya Serêkaniyê û Semsûrê û li wir wan daran  difiroşn .

Têkildarî birîna daran midurîyeta daristanan a Şirnexê ragihand, ku dar ji bo berifirehkirina qada qaleqolan tên birîn û tu eleqeya wan bi birîna daran tuneye.

Pustên heman beş