Partîyeke Kurdistanî li supayê pasdaran xist

Partîyeke kurdistanî li supayê pasdaran da

Di pevçûnekê de li Rojhilatê Kurdistanê di navbera grûpeke çekdar yên Partîyeke Kurdistanî û hêzên supayê pasdarên dewleta dagîrkar ya Îranê de, du kes hatin kuştin û çar kesên din brîndar bûn.

Hat ragihandin ku ev pevçûn li sînorê gundên “Reşedê û Duwîse” li nêzî bajarê Merîwan ê rûdaye ku di vê pevçûnê de, grûpeke 8 kesî ji çekdarên partîyeke Kurdistanî ya dijî Îranê, digel supayê pasdaran li hev xist û di encamê de, du çekdarên ser bi wê grûpê canê xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê supayê pasdarên Îranê zelal kirin da û ragihand di pevçûnekê de digel grûpekê de ku wan bi “terorîst û dije şorşa îslamî” dane nasandin li bajarê Merîwan ê du kes ji wê grûpê hatine kuştin û çar kesên din brîndar bûne.

Di zelalkirina supayê pasdaran de bi tu awa bas li zirarên supayê pasdaran nayê kirin kanê çend pasdar hatine kuştin yan birîndar bûne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li rojhilata Kurdistanê eşkere kirin ku ev pevçûn êvara duh roja sêşemî 19/5/2020an çêbûye û di wê pevçûnê de 2 leşkirên supayê pasdaran hatine kuştin û yekê din jî birîndar ketîye.

Heya îro jî çi partîyeke kurdistanî berpirsyariya evê pevçûnê nehilgirtine, lê belê supayê pasdaran bi awayekî berifreh li navçeya şer belavebûne û derdorên Merîwan ê bordoman kirin.

Pustên heman beş