Bi belge.. Navên terorîstên DAIŞ’ê ku Lahor Cengî azad kirîne

Bi dukomênt.. Navên terorîstên DAIŞ’ê yên Lahor Cengî azad kirîn

Li gor lihevhatineke li navbera hevserokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê, hejmareke terorîstên DAIŞ’ê hatine azad kirin, ev terorîst ji navçeyên Hewîce û derdûra Kerkûkê ne ku destê wan bi şehîd kirina pêşmergeyên başûrê wilat sor bûne.

Ev du roje li başûrê wilat bas îxaneteke din a malbata şêx cengî tê kirin, ev îxanet a azad kirina 150 terorîstên DAIŞ’ê ye li gor lihevhatineke li navbera Lahor Cengî hevserokê YNK ê û parêzgerê ferz kirî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê te’qîba vê mijarê kirine û ev pêzanîn bi dest xistine.

Li dawiya sala rabûrî 2019an û bi amanca asayî kirina rewşê li nêvbera rêveberiya ferizkirî ya Kerkûkê û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê, lihevhatinek çêbû, Lahor Cengî û birayê wî Aras Cengî bi nûneratiya YNK ê û Rakan Cibûrî wek birêveberê yekemê Kerkûkê ev lihevhatin îmze kirin.

Yek ji xalên lihevhatinê ev bû ku pêwîste YNK ê  wan terorîstên DAIŞ’ê ên di zîndanên Silêmaniyê de radestî parêzgerê Kerkûkê bike û li wir ser û ji nû lêpirsîn li gel were encam dayîn.

Li rojên rabûrî Lahor Cengî ev xala lihevhatinê bicî kir û nêzî 150 terorîstên DAIŞ’ê radestî rêvebriya Kerkûkê kirine.

Li vê derbarê de, Rakan Cibûrî di konferenseke medyayî de ku li roja 9 Şubata sala 2019an hatbû li darxistin ev yek gotbû: “encûmena erebî ya Kerkûkê li gel YNK ê lihev kirîye, lewma asayîşa YNK ê wê wan terorîstên DAIŞ’ê radest bke ji bo ku li Kerkûkê lêpirsîn li gel bê kirin, heger ev terorîstên DAIŞ’ê bin wê li gor yasayê bên siza dayîn û heger bê tawan bin wê werin azad kirin”.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî dest nîşan kirin ku ev lihevhatine di nerîna gelê başûrê kurdistanê de, dirêje pêdane bi îxanetê, jiber ku ev terorîstên ji aliyê Lahor û Aras Cengî ve hatine azad kirin, dest di şehîd kirina pêşmergeyan de heye li salên şerê DAIŞ’ê  bi taybet paş ku hatîye zanîn ku ev terorîst yên Hewîce ne, ji berku gelê başûr tu caran wan dîmenên dil bi êşên pêşmergê xwe ji bîr nake, wexta ku li meha Şubata 2015an terorîstên DAIŞ’ê  di qefesan da li pişta erebeyan di nava Hewîce de derbas kirîn ku hêjan çarenvîsa wan ne zelale.

Ev navên hejmarek ji wan terorîstan e yên ku Lahor ê Şêx Cengî û Aras ê şêx cengî ew bê vegeriyan ji bo hikûmeta herêmê, bê ku tu berpirsatiyek hikûmî hebe azad kirîne, hemû ev kesên hatî azad kirin dest hebûye di şehîdkirina pêşmergeyên kurdistanê de û destê wan bi xuyna kurdan sor bûye bi taybetî li Kerkûkê û derdorên wê:

1-            Terorîst (Mihemed Taha El Cibûrî) berniyas bi (Ebû ‘eta) waliyê leşkirî yê DAIS ê bû, xwecîhê bajarê Hewîce ye û nasyarê Rakan Cibûrî ye.

2-            Terorîst (Mehmûd Taha El Cibûrî) berpirsê komkirina çek û teqemeniyan bûye ji bo DAIŞ’ê.

3-            Terorîst (seid Taha El Cibûrî) berpirsê zalgehên DAIŞ’ê bûye li bajarê Hewîce û riyaz.

Ev sê terorîstên li ser diyar bariyên hevin û du birayên wan ên din bi destên pêşmergeyên kurdistanê hatîne kuştin, wan jî ji bo tolhildana birayê xwe serperiştya hemû êrîşên DAIŞ’ê ji bo ser enyên Mela Ebdulla û Mekteb Xalîd û Rojavaya Kerkûke û Meryem beg û….. dikir.

Van terorîstan bi awayek raste rast serpiriştiya wan şeran kiriye ku têde Şêrko Fatîh Şiwanî û Lîwa Hisên Mensûr û çendîn pêşmergeyên din hatîne şehîd kirin û dîl girtin.

4-            Terorîst (Enmar Silêman Elî) berniyas bi (Ebo Ezam) yek bûye ji nîşaneşikênên DAIŞ’ê, xwecihî deverdariya Rîyazê ye.

5-            Terorîst (Ebdulrezaq El Cemîlî) karê wî çandina bombe û dirust kirina erebeyên bombekirî bûye, xwe cihê Hewîce ye.

6-            Terorîst (Musena Selîm El Ciborî) şêwirmendê serbazî yê DAIŞ’ê bûye li Kerkûkê, du birayên wî bi destê pêşmergeyên qareman li enya Rojavaya Kerkûkê hatîne kuştin.

7-            Terorîst (Nazim Mehud El Cibûrî) çekdarê DAIŞ’ê bûye û beşdarî şerên li dijî pêşmergeyan bûye li enyên Mekteb Xalîd û, Mela ‘Ebdulla û Beşîr û rojava Kerkûkê.

8-            Terorîst (Lîs Îbrahîm El Seb’awî) berniyas bi (Ebû Tariq) berpirsê peywendiyên DAIŞ’ê  bûye li Kerkûkê û derdorên wê, xwe cihê deverdariya Ebasî ye, beşdarî di 6 êrîşên DAIŞ’ê bûye li dijî pêşmergeyan.

9-            Terorîst (Cebir Emid El Cibûrî) berniyas bi (Ebû Omer) emîrê DAIŞ’ê bûye li çiyayên Hemrînê, wî bi xwe ev yek aşkera kiriye ku bi destên xwe 4 pêşmerge şehîd kirîne.

10-          Terorîst (Haşim Weka’ El Cibûrî) nîşaneşikênê DAIŞ’ê bûye û xwe cihê deverdariya Zabê ye, beşdarî hemû êrîşên terorîstî yên DAIS ê bûye li dijî pêşmergeyan li Kerkûkê.

11-          Terorîst (Salih Hesen El Mifricî) berpirsê îstixbaratî yê DAIŞ’ê bûye, xwe cihê Hewîce bû, serpiriştiya êrîşên DAIŞ’ê kiriye li navçeya Dubis û derdorên wê.

Ev nave digel hejmarek din ji navên din ku heya niha navên wan nehatîne eşkere kirin…

Pustên heman beş