Mixtarê gundekê Mûşê bi zincîrê rê girt

Mixtarê gundekê Mûşê bi zincîrê rê girt

Mixtarê gundê Reqasayê yê ser bi navçeya Gimgima Mûşa Bakurê Kurdistanê, li dijî vîrusa Koronayê ya cureya nû (covd-19) zincîr kişand ser rêya dikeve nav gund û ciyê kontirolê ava kir.

Mixtarê gundê Reqasayê Guven Gedîk li dijî covd-19 rêya gund bi zincîrê girt. Mixtar li têketina gund germahiya laşê kesên tên û diçin dipîve hişyariyê dide wan û destûrê nade ku kesên biyanî têkevin nav gund.

Mixtarê gund dibêje, kesên bi destûra taybet ji bajaran diçin gund ji bo 14 rojan hildidin kerentînê, li gund kal û pîr û kesên nexweşiyên wan yên kironîk hene zêde ne ji bo parastna wan tedbîran hilddin.

Gedîk got ku kesên dixwazin ji gundên din an jî bajarên din bihên nava gund de hilinadin gund û wiha pê de çû: “bi biryara xelkê gund me rê zincîr kir, ji ber koronayê ketin û derketina gund qedexe kir. Me pankart jî li wê derê danî, heta germahiya laşê wan nepîvin jî kesî hilnadin gund. Em biyaniyan qet hilnadin nav gund. Eger gundiyên me bi îzna taybet ji bajarên din werin jî em wan 14 rojan hildidin kerentînê. Li gelek bajarên din gelek gundiyên me hene ku dixwazin werin gund lêbelê kî were ew dê 14 rojan kerentîna xwe temam bike. Heta ku temem neke em nahêlin ji malê derkevin.”

Pustên heman beş