Deriyê di navbera Başûr û Rojvayê Kurdistanê de hat girtin

Deriyê di navbera Başûr û Rojvayê Kurdistanê de hat girtin

Rêvebiriya Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de biryar da ku tevgera bazirganî heta piştî bêhnvedana cejna Remezanê bê rawestandin.

Rêveberê Ofîsa Pêwendiyan li Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed, ji Rûdawê re ragihand ku dê derî îro Pêncşemê 21ê Gulana 2020an bê girtin û heta dawiya bêhnvedana cejna Remezanê, ji bo tevgera bazirganî girtî bimîne.

Rêveberê Ofîsa Pêwendiyan, herwiha diyar kir ku piştî bidawîhatina bêhnvedana cejnê, wê tevgera bazirganî careke din dest pê bike.

Rêveberiyê lê ti zanyarî derbarê wê yekê de nedan ka dê deriyê sînorî li pêş çûnûhatina xelkê bê vekirin yan na.

Pustên heman beş