Balefirekê tirumbêlek li Efrînê hedef kir

Balefirekê tirumbêlek li Efrînê hedef kir

Balefireke bê pîlot îro tirumbêlek li ser rêya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hedef kir û 4 kes têde kuştin.

Nerîngeha mafên mirovan li Sûriyê dest nîşan kir, balefireke bê pîlot ku nehat zanîn girêdayî çi alîyekî ye, îro roja pêncişemî 21/5/2020ê tirumbêlek li ser rêya başûrê herêma Efrînê hedef kir û 4 kes têde kuştin.

Herweha eşkere kir, ji ber ku moşek raste rast bi tirumbêlê ketîye, tirumbêl hatîye şewtandin û kesên ku têde hatine kuştin cesedên wan şewtîne û nehat zanîn kanê hemwilatiyên ku derê ne.

Tê zanîn li dawiya meha rabûrî balefireke bê pîlot tirumbêleke leşkirî ya supayê bi navê Nesr li gundewarê Hemayê hedef kirbû û 3 kes têde kuştibûn.

Pustên heman beş