Rêveberiya xweser daxwaza çi ji hevpeymaniya navdewletî dike

Rêveberiya xweser daxwaza çi ji hevpeymaniya navdewletî dike

Rêveberiya xweser daxwazê ji hevpeymaniya navdewletî dike hewl bide, di cîbcîkirina yasaya Sezar de li ser Sûriyê, bandor li navçeyên wan nebe.

Rêveberiya xweser û Bakurê Rojhilatê Sûriyê di daxuyanîyê de ragihand, cîbcîkirina yasaya Sezar, ne tenê, dê bandorê li navçeyên di destê rejîma Sûriyê de bke belku dê zîyanê bigihîne navçeyên di destê rêveberiyê de jî.

Bi gotna wan, pêwendî di navbeyna beşên sûryê de bi tevahî heye lewma cîbcîkirina wê yasayê, dê zîyanê bighîne navçeyên wan û dê pirsgirêkên mezin derxe nemaze di vê rewşa aloz, a ku navçeyên wan tê de derbas dibe.

Diyar jî dike, cîbîcîkirina wê yasayê, dê bandorek rasterast li şerê li dijî DAIŞ’ê jî bike.

Rêveberiya xweser daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî, civaka navdewletî û dezgehên navneteweyî kiriye, ku hewl bidin, bandora wan sizayan liser navçeyên rêveberiya xweser nebe, ku bi gotna wan digel hebûna astengiyan, dê derfet ji bo DAIŞ’ê çêbe, ku ji nû ve hêzên xwe rêkbixe.

Pustên heman beş