Nêçîrvan Barzanî dîsan alîkariya Rojavayê kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî dîsan alîkariya Rojavayê kurdistanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê du taqîgehên din şandin rojavayê kurdistanê, Bi vê yekê hejmara taqîgehên ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê ku ji bo Rojavaya Kurdistanê şandîne gihan 6 taqîgehan, jiberku Serokê Herêma Kurdistanê berî niha jî 4 taqîgeh şandibûn Rojava.

Li gorey zanyariyên pêgeha Darka Mazî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên din yên PCR şandine.

Ev herdu taqîgeh li gel hemû amûr û kelupelên dinên pizîşkî yên pê re, îro bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî aliyê rojavayê Kurdistanê tên kirin.

Li gorey zanyariyan ew taqîgeh pêşiyê li Qamişlo tên danîn û paşê li gor pêdivîyên li deveran tên belavkirin.

Şandina van taqîgehan ji aliyê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ve birêz Nêçîrvan Barzanî di demekê deye ku zêdetirîn tûşbûyên bi koronayê li Sûriyê hatine tomarkirin, gihiştina wan taqîgehan ku bo nexweşiyên din jî tên bikaranîn, gelek girînge.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî niha li ser daxwaza fermandarê giştîyê Hêzên Sûryaya Demokratîk (HSD ê), 4 taqîgehên taybet tevî hemû amûr û kelupelên pêwîst ji rojavayê kurdistanê re şandibûn.

Derbarê wan alîkariyên ku bo rojava hatine şandin, Nêçîrvan Barzanî 21ê Nîsana 2020an di konferanseke rojnamevanî de gotbû, “ew alîkariyên ji bo rojavayê kurdistanê hatine şandin, bi temamî alîkariyên mirovî ne, ne siyasî.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kirbû, di demekê de ku vîrusa Koronayê li hemû cîhanê û li navçeyê jî belav bûye, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê taqîgeheke tenê jî tinebû, di demekê de ku çendîn kampên penaberan lê hene.

Pustên heman beş