PKK Ê Û TIRKIYÊ BI VÎ AWAYÎ PÎROZBAHIYA CEJNÊ LI GUNDÊN BAŞÛR KIR

PKK Ê Û TIRKIYÊ BI VÎ AWAYÎ PÎROZBAHIYA CEJNÊ LI GUNDÊN BAŞÛR KIR

Balefrên ceng yên arteşa dagîrkar ya Tirkiyê, îro aqarê 2 gundên navçeya Şêladzê û Nehlê li Başûrê Kurdistanê bordoman kirin, paş ku te’qîba hereketên PKK ê kirîn.

Li gorî çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 23/5/2020an, balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê, te’qîba hereketên Partîya Karkerên Kurdistanê li sînorê parêzgeha Duhokê kirine û li navçeya Nêrwe Rêkan û Nehlê bordoman kirine.

Çavkaniyên “Darka Mazî” dest nîşan kirin, li saet 11:00 sibê balefiran moşekek li şikefteka Bakurê gundê “Hîzankê” yê girêdayî navçeya Çemankê li devera Nehlê daye.

Piştre û li saet 11:30 sibê balefirên Tirkiyê moşekeke din li “Deriyê Bêsepê” li aqarê gundê “Bêsepê” yê girêdayî Navçeya Şêladzê li devera Nêrwe Rêkan xistiye.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li başûrê wilat ku dîmenên vîdyoyî yên vê bordomanê şandine, amaje bi wê yekê dan ku ev bordoman bûye sedema tirsa hemwilatiyên sivîl yên gundên navbûrî, xelkê navçeyê dixwaze gerîlayên PKK ê xwe nêzî gundên wan nekin ji bo ku nekevin ber êrîşên balefiran.

Pustên heman beş