Gerîlayên PKK’ê, îro bi çekê Mîlano êrîşî nuqteyeke arteşa dewleta dagîrkar ya Tirkiyê li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê kir.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 24/5/2020an, Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê, êrîşî nuqteyeka arteşa Tirkiyê li navçeyeka sînorî kir û di vê êrîşê de PKK’ê çeka bi navê Mîlano bi kar anîye.
Ev êrîş li navçeya bi navê Deryê gundê Duyrê ya girêday Kanî Masê li devera Berwarî Bala hatîye kirin û Gerîlayan li wir li nuqteyeka arteşa Tirkiyê xistîye.
Çavkaniyên “Darka Mazî” dest nîşan kirin, her çend ku zirarên vê êrîşa ku PKK’ê pêkanîye nehatine zanîn, lê belê topxaneya arteşa Tirkiyê paş êrîşê, ew navçe hedef kirîye.