Li sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê şere

Li sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê şere

Balefirên ceng yên arteşa dagîrkar ya Tirkiyê, hereketên PKK ê li sînorê Başûr û Rojhilata Kurdistanê hedef kirin û zirarên mezn pêre xistin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, îro roja çarşemî 27/5/2020an, balefirên ceng yên arteşa Tirkiyê, bilindahiyên Asosê yên girêdayî devera Mawetê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bordoman kirin û zirarên canî yên mezn bi PKK ê xistin.

Agahiyên ku ji navçeya Asosê gihane, bas li can ji dest dana 5 gerîlayên PKK ê dikin, her ev yek ji aliyê pêgeha wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê jî hatîye serast kirin ku li ekawinta xwe ya twitterê bas lê kirîye.

Bilindahiyên Asosê li navçeya Şarbajêre dikeve sînorê devera Mawetê ya parêzgeha Silêmaniyê, bi navçeyeke sînorî li navbera Başûr û Rojhilat ji alê navçeya Serdeştê tê hesab kirin, gerîlayên PKK ê û PJAK ê têde hene

Pustên heman beş