Deriyê Sêmalka dê were vekirin

Deriyê Sêmalka dê were vekirin

Rêveberiya deriyê Sêmalka yê dinavbera Başûr û Rojava Kurdistanê biryara derbasbûna şêniyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê da, şênî ji roja yekşema bê ve dikarin vegerin herêmên xwe.

Îro roja çarşemî 27.05.2020an rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand ku şêniyên herêmên rojavayê kurdistanê yên serdana herêma kurdistanê kirine û ji ber vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê asê bûne, dikarin vegerin herêmên xwe.

Di daxuyaniyê de hatiye aşkera kirin dê deriyê Sêmalka yê ji 30ê Golanê heta 4 Xizîranê ji bo vegera şêniyan vekirî be.

Di çarçoveya xweparastina ji vîrusa Koronayê de rêveberiya deriyê Sêmalka yê çûn û hatina hemwelatiyan di navbera Herêma kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de asteng kirbû.

Pustên heman beş