ENKS e li Hewlêrê bas li gavên lihevhatina digel PYD dike

ENKS e li Hewlêrê bas li gavên lihevhatina digel PYD dike

Îro Serkirdatiya ENKS li Hewlêrê civîya, û ragihand, di gel PYD di warê siyasî de  gavên baş avêtine û zemîneyek baş ji bo danûstandinan heye.

îro li Hewlêrê desteya Serokatiya ENKS ê û bi amadebûna Serokê ENKS ê Siûd Mele û nûnerê ENKS ê di Opozisyona Sûriyê de û komîteya peywendiyên derve civîya.

Derbarê civînê de, Endamê Serkirdatiya ENKS Mhemed Isma’îl ragihand, di gel PYD di warê siyasî de gavên baş avêtine. Got, zemînek baş peyda bûye, ji bo ku danûstandinên xwe berdewam bikin û bigihin rêkeftineka ku her du alî jê razî bin.

Pustên heman beş